ŞAM
Koalisyona Hêzên Neteweyî yên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê ragihand ku herêma lê şerê navxweyî dewam dike de, "di her 12 deqîqeyî de kesek dimire."
SMDK, der barê bûyerên li welêt diqewimîn de, raporeke bi navê "Bîlançoya mirinên li Sûriyeyê" belav kir.
Di raporê de ev îfade cih digrin: "Li Sûriyeyê di destê rejîma Esed de, di 12 deqîqeyan carekê kesek şehîd dibe, 10 saetan carekê jî kesek ji ber êşkenceyê, di girtîgehan de dimre." Ji bilî van agahiyan di raporê de ev jî hatin tomarkirin: "Di 10 saetan carekê kesek ji ber birçîbûnê, ji her 8 saet û nîvan carekê jî kesek ji ber sermayê can dide."
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê şer ev 3 sal in ku dewam dike. Di sala 2013an de 41 hezar û 500î kesên sivîl, bi destên leşkerên girêdayê hêzên rejîmê hatin kuştin.