ERBÎL
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn bi Serokê Herêma Kurdistanê (HK) Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat bal hev.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin hevdîtin li avahiya Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê hat kirin. Endamên çapemeniyê di hevdîtinan de cî negirt. Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ji bo penaberên sûriyeyî yên li herêmê bêtir piştgirî û arîkarî xwestin. Mesûd Barzanî ji Ban Kî-mûn xwest ku bi piştgiriya NYyê şert û mercên kampên li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê baştir bikin û bi wî re li ser projeyên ku dixwazin bicîbînin axivî. Ban Kî-mûn jî got ku ji bo zêdetir 200 hezar penaberên sûriyeyî yên li herêmê di merhaleya ewilîn de 42 milyon dolar arîkariyê pêş dibînin û got ku ji bo bêtir arîkarî bên kirin, dê hewl bidin.
Komîserê Bilind yê Penaberan yê NYyê Antonîo Gûterres, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî, Serokê Dîwana Serokatiyê yê Herêma Kurdistanê Fûad Huseyîn, Berpirsyarê Karên Derve Felah Mistefa û hin rayedarên din jî beşdarî civînê bûn.