Türkan Tosun
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
ANKARA
Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNRH) daxuyand li Sûriyeyê par 587 navendên jiyanê hatin bombekirin.
SNHRyê der barê êrîşên di sala 2018an da li ser navendên jiyanê yên wek mizgeft, saziyên tenduristiyê û cihên perwerdeyê hatine kirin raporek amade kir.
Di raporê da hat gotin par jê 292 ji hêla rejima Beşşar Esed va bi tevahî 587 cih hedef hatin girtin.
Hat gotin Rûsyayê 131, koalîsyona serkêşiya wê Amerîka dike 21, muxalifên eskerî û komên biçek ên dijî rejimê 12, YPG/PKKya rêxistina terorê 10, DEAŞa rêxistina terorê 6 û aliyên nasnameya wan nediyar in jî 115 cih bombe kirine.
Li gor vê di meha çileya paşîn da 136, di sibatê da 157, di adarê da 56, di nîsanê da 46, di gulanê da 21, di hezîranê da 38, di tîrmehê da 21, di tebaxê da 15, di îlonê da 31, di cotmehê da 17, di mijdarê da 18, di çileya pêşîn da jî 31 navend hatin bombebarankirin.