Nihat Kavşut
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê welatiyên li bajar, navçe, belde û gundên di destê mixalifan da ne dijîn ji bo nimêja eydê çûn mizgeftan.
Sûriyeyiyên îsal jî di bin siya şer da Eyda Remezanê pîroz dikin xemgîn in.
Li herêma Xutaya Rojhilat ya di bin dorpêça rejima Sûriyeyê da ye welatiyên li Duma, Arbîn, Zemelka, Sabka û Misrabayê ji bo nimêja eydê çûn mizgeftê.
Xelkê Sûriyeyê piştî nimêjê çûn ser mezelan û xwestin ku eyd ji bo welatê wan aştî û aramiyê bîne.