22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ÎZMÎR
Li Çêşmeya navçeya Îzmirê 45 welatiyên Sûriyeyê yên ku hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî ji welêt derkevin hatin girtin û kesekê ku rev organîze dikir hat binçevkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Amirtiya Buroya Qaçaxçîtiya Koçberan a Ewlekariya Bajêr li ser gîşeyên otobana ku tê Çêşmeyê minibêsek dan sekinandin.
Ekîba polêsan tesbît kir ku 45 welatiyên Sûriyeyê di minibêsê da ne. E.D.yê ku di minibêsê da bû û tê îdiakirin ku revê organîze dike jî hat binçevkirin.
Hêzên ewlekariyê li minibêsê geriyan û di lêgerînê da 40 yêlegên avê, 7 simîtin xilaskirinê û 2 pompe dîtin.
Welatiyên Sûriyeyê teslîmî Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê kirin. E.D. piştî karûbarên li ewlekariyê derxistin mihkemeyê û bi biryara dadgehê hat girtin.