Di raporê de qala kesên ku ji mixalifan mirine jî tê kirin. Li gor raporê ji rejima Esed 2 hezar û 257 leşker û ji mixalifan jî 9 hezar kes mirine.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji Hizbûllah û hêzên ku di şer de piştgirî dane rejima Esed jî 635 kes mirine û di girtîgehan de jî 18 hezar kes hene û ji wan tu agahî nîne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji aliyên ku şer dikin hejmara miriyan zêde ye, lê ji ber ku hejmara rast vedişêrin hejmareke rast dernakeve holê.
Di raporê de hejmara kesên mirî yên ku hatine tespîtkirin cih digire.