20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
HALEP/HASEKE
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê di şerê navxweyî ya ku di sala 2011an de dest pê kir de li navenda bajarê Hesekê û Qamişloyê bi bandor bû. Lê belê li her du cihan jî serdestiyeke wê ya tam tunebû. Rêxistin ber bi nîvê sala 2015an bi rejima Beşar Esed re operasyonên hevpar kir û bû serdestê piraniya bajarê Hesekê yê ku DAEŞ lê bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê der heqê nifûsa herêmê de ji çavkaniyên herêmê bi dest xistin li navenda bajarê Hesekê nifûsa kurd û ereban nêzî hev e. Li bakur û rojhilatê bajêr zêdetir kurd hene li rojava û başûr jî tenê ereb dijîn.
PYD/PKK li bakurê rojavayê Helebê li navçeya Afrînê ya li sînorê Tirkiyeyê jî bi giştî serdestê rewşê bû. digel vê rêxistin di mehên ewil ên 2016an de bi piştgiriya asîmanî ya Rûsyayê derket derveyî navçeyê û ji bo ku ku bigihêje xeta Azez-Cerablûsê di xeteke ku temamiya wê ji ereban pêk tê de heta başûrê navçeya Mareyê pêş ket.
Li navçeya Kobanêyê ya hemberî Rihayê hebûna rêxistinê qels bû, rêxistin li Til Ebyad û li navçeya Munbîcê ya aliyê rojava ya Robara Firatê qet tunebû.
Di şerê navxweyî de di 2014an de DAEŞa rêxistina terorê derket holê û ev yek ji bo PYD-PKKê bû firsendeke dîrokî.
Rêxistin dixwaze ku li bakurê Sûriyeyê seranserê sînorê Tirkiyeyê xeta serdestiyê ava bike û têkiliya erdnîgarî ya her du welatan veqetîne û rêxistin car bi car bi piştgiriya rejima Beşar Esed, piştgiriya hêzdar a bênavber a DYAyê bi lez belav bû.
Çiqas ku DAEŞê li aliyên bakur ên welêt ve paş vekêşandin PYD/PKK bû serdestê herêmên ku ereb lê dijîn.
Rêxistinê di kanûna paşîn a par de Kobanê û dora wê, di meha hezîranê de jî Til Ebyadê ji destê DAEŞê sitand.
Navend û hin gundên hawirdora Kobanêya ku demek dirêj di raya giştî ya rojava de bû rojev ji kudan pêk tê. Cihên ji bilî vê rojava, başûr û aliyên rojhilat ereb serdest in.
Til Ebyad jî navçeyeke ku piraniya wê ji eşîrên ereban ên kevnar pêk tê û lê gelek gundên tirkmenan heye. Ji ber ku li navçeyê kurd najîn rêxistin ket rewşeke dijwar û arîkariya çek û pereyê da hin komên biçûk ên ereban û ew li gel xwe girtin. PYD/PKK bi taybetî gundên tirkmenan ên li başûrê navçeyê bi zora çekan da valakirin û paqijiya etnîk kir. Sepanên rêxistinê di raporên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de jî cî girtin.
Rêxistin Til Ebyad û Kobanê sitand û gihaşt Robara Firatê û bi vê yekê hedef kir ji bo ku bigihêje Afrînê derbasî rojavayê robarê be.
PYD/PKK ji gulana borî ve derbasî rojavayê robarê dibe û navçeya Munbîcê ya ku hema bêje temamiya wê ereb û tirkmen in bi bombebarana asîmanî ya DYAyê di 12ê tebaxa 2016an de ji DAEŞê sitand.
Rêxistin hebûna xwe ya li tevahiya Sûriyeyê bi navê "Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) û "meclisa eskerî ya herêmî" ya îdia dike ku ji komên etnîk ên cuda pêk tê veşêre. PYD/PKK ji bo ku hebûna xwe ya li herêmên ku lê kurd tunin berdewam bike propagandaya rêxistinên paravan ên navborî "vîna hevpar a komên dinî û tenîk yên cuda ne" dike.