Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
03 Nîsan 2025•Rojanekirin: 04 Nîsan 2025
Îsraîlê li rojavayê parêzgeha Deraya ku dikeve başûrê Sûriyeyê bi hawin û topan êrîş li dar xistin.
Îsraîlê di saetên êvarê da li hin xalên li Şama paytextê Sûriyeyê û parêzgehên Hema û Humsê xist, her wiha li herêmên gundewar ên li rojavayê Derayê jî êrîş li dar xist.
Piştî hilweşîna Rejima Beasê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an da, Îsraîlê hin cihên nîştecihiyê yên li başûrê Sûriyê dagir kirin û herêmên Tel Cumu û Tel Cabiye yên li ser parêzgeha Derayê bi hawin û topan hedef girtin.