Li Helebê nûçegihanê AAyê Salih Leyla ji ber ku di êrîşa hêzên Esed de moşek li ber ket, ji rûyê xwe birîndar bû.
Salih Leyla li herêma Cemiyet ez-Zehraya li bakurê Helebê şerê di navbera rejim û mixalifan de teqîb dikin, di vê demê de moşekeke hêzên Esed li texma Leyla ket.
Ji ber teqînê Leyla ji rû û destê xwe birîndar bû. Evdilkerîm Leylayê rojnamevanê serbest û aktîvîst jî di teqînê de birîndar bû.
Her du rojnamevan li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan baş e.
Ji bo ku li Tirkiyeyê bên dermankirin jî xebat dewam dikin.