Hat diyarkirin ku di nav koma ku li Eniya Şamê ya li bajaroka Rîtyan a Helebê hat girtin de, gelek milîtanên Hîzbûllahê hene.
Fermandarê komê Huseyîn Elî Fevaz got ku roja ku bûyer qewimî li herêmê 30 sivîl hatin kuştin û li gor wî berpirsiyarê bûyerê leşkerên rejimê ne.
Li herêma Rîtyana ser Helebê, di 17ê sibatê de nîvê şevê, di navbera hêzên Eniya Şamê (El Cephe eş-Şamiye), leşkerên girêdayî rejima Esed û hêzên Hîzbûllahê de şer çêbûbû û mixalifan 45 kesan dîl girtibû.
Hêzên rejimê yên ku êrîş biribû ser herêma Rîtyanê, hewl dabû ku kontrola rêya bakûrê Helebê bidest bixin. Armanca hêzên rejimê ew bû ku bi vê rêya kontrola herêmên Nûbûl û Zehrayê ku herî zêde şiî li wir dijîn bi dest bixin.
Di dîmênên ku AAyê bidest xist de tê dîtin ku mixalif koma girêdayî rejimê girtine jêpirsînê. Koma ku hat girtin a ku ji leşkerên Sûriyê û milîtanên Hîzbûllahê pêk tê, şeva 17ê sibatê hewl dida ku bikeve herêma Rîtyanê. Dî dîmenan de 6 kesên ji komê navê xwe dibêjin û diyar dikin ku ew endamên Hîzûllahê ne.
Fermandarê Hîzbûllahê, artêşê wek berpirsiyarê qetlîamê nîşan dide.
Huseyîn Elî Fewaz got ku ew fermandarê herêma Nûbûl û Zehrayê ye û diyar kir ku ew şeva bûyerê tevî 325 kesan çûn herêma Rîtyanê. Fevaz got ku yê ku ferman dida wan "Ji Hîzbûllahê Libnanê Komeyl" bû.
-Nêzî 100 Hîzbûllahî hebûn
Hesen Elî got ku ew di artêşa Sûriyeyê de erbaş e, li herêma Rîtyan û gundê Handaratê di navbera wan û Hîzbûlahê de şer çêbû û wî di şer de dîl girtin û wiha xivî:
"Di nava me de fermandarên ji hîzbûllahê Libnanê jî hebûn. Navê fermandarê operasyonê Komeyl bû. Ew ji aliyekî ve em jî ji aliyekî din ve digel 400 kesî ketin herêma Rîtyanê. Ji herêma Nûbûl û Zehrayê ya ku lê şiî dijîn nêzî 100 kesî tevlî me bûn. Hîzbûllahê xwest ku em êrîşê gund û bajarokan bikin. dema ku şer dest pê kir me xwe sipart avahiyekê. Piştre mixalifan em di avahiyê de dîl girtin."