ŞAM
Li bajarê Hasekeya Sûriyê di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Eniya Nûsra de pevçûn derket û 29 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (RMMS) da zanîn ku li Sûriyê li derveyî bajarê Hasekeyê di navbera Yekîtiya Parastina Gel (YPG) û Eniya Nûsra de pevçûna ku derketibû berdewam dike.
RMMS da zanîn ku pevçûn zêdetir li gundên Cûndiye, Yûsûfiye, Tel Alo, Kerhuk û li navçeyên Ra'suleyn û Kahtaniyê derdikeve û heya niha di van pevçûnan de 19 endamên Eniya Nûsrayê û 10 endamên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) canê xwe ji dest dane.