PEKÎN
Li gorî xebera Ajansa Şînhûayê, bafira Rêhewaya TransAsîayê bi 58 rêwiyên xwe, dema ku ji Taypeya paytextê Taywanê diçû bajarê Kînminê kete çem û di qezayê de 23 kes mirin.
Hat ragihandin ku balafir piştî firiya demekê şûnde, li gorî saeta herêmî di saet 11.00an de îrtibat hat birîn. Li gorî weneyên di çapemaniya Çînê de derketin, balafir dema ji ser çem re derbas dibe li pireyê dikeve û baskê balafirê dişkê.
Hat qeydkirin ku piştî qezayê 28 kesên ku hatin xelaskirin, li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Li gorî agahiyan ji rêwiyan 31 kes welatiyên Çînê ne.