DIYARBAKIR
Di rêvebiriya bajêr a AK Partiyê da endameke keldanî jî cî digire.
Rêvebiriya teze di 25ê rêbendanê da bi beşdariya Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Kongreya Bajêr a Asayî ya 5an a AK Partiyê da hat hilbijartin. Di rêvebiriya nû da xwendekara zanîngehê Emel Karadayiya keldanî jî cî girt.
- "Ez kêfxweş im ku di rêvebiriyê da cî digirim"
Karadayiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ez bi nasnameya xwe ya xiristiyan û keldanî dixwazim di AK Partiyê da xwe îfade bikim. AK Partiyê jî ev derfet da min. Azadiya baweriyê heye. Em dikarin bi keldanîkî û suryanîkî biaxivin û hîn bibin. Ez kêfxweş im ku di rêvebiriyê da cî digirim."
- "Ev wêneyê Tirkiyeya nû ye"
Serokê Bajêr ê AK Partiyê Muhammed Akar jî destnîşan kir ku di rêvebiriyê da ji her rengî kes hene û wiha got: "Ev wêneyê Tirkiyeya nû ye. Di rêvebiriyê da ji her rengî kes hene û bi nasname û baweriya xwe di siyasetê da cî digirin."