09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku li Tilebyeda navçeya Reqeyê ku dikeve ser sînorê Tirkiyeyê di encama teqîneke bi şiddet da mirî û birîndar hene.
Li gorî çavkaniyên herêmî li Tilebyeda ku di bin kontrola PYDya girêdayî PKKya rêxistina terorê da ye, bi wesayiteke bomberêjkirî êrîş li dijî bargeheke PYDê hati lidarxistin.
Hat ragihandin ku di encama teqînê da mirî û birîndar hene û jinavçeya Akçakaleya Şanliurfayê jî dengê teqînê hatiye bihîstin.
Li ser sînorê tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin.