09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Li herêma Operasyona Mertalê Feratê da, destê sibê balafireke cengê ya Rûsyayê di dema bombebarînê hedefên DEAŞê da bêhemde bombeyeke wan li avahiya ku Hêzên Çekdarê Tirkiyeyê (TSK) lê dîmin ket, di encamê da 3 leşker şehîd ketin û 11 birîndar bûn.
Ji aliyê Sererkaniyê va hat ragihandin, serê sibê seat derdora 08.40î da balafireke cengê ya Rûsyayê di dema bombebarînê hedefên DEAŞê da bêhemde bombeyeke wan li avahiya ku Hêzên Çekdarê Tirkiyeyê (TSK) lê dîmin ket, di encamê da 3 leşker şehîd ketin û 11 birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi mebesta dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Sererkaniyê herwiha ragihand ku "Rayedarên Federasyona Rûsyayê, anîn ziman ku bûyerê navborî bêhemde çêbûye û xemgîniya xwe anîn ziman. Lêkolîna derbarê bûyerê da ji hêla herdu aliyan va berdewam in. Serokê Federasyona Rûsyayê Rêzdar Viladimîr Pûtîn jî bi telefonê digel Serokkomar Recep Tayyip Erdogan axivî û sersaxiyên xwe gihandinê."