Hat ragihandin ku di hilbijartinên giştî yên ku roja yekşemê çêbû de Partiya Tûnis Nîdayê bi 85 kursiyan ve bû yekemîn, Partiya Tevgera Nahdayê jî bi 69 kursiyan ve bû dûyemîn.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Xweser a Tûnisê Şefîq Sarsar li paytextê civîneke çapeniyê li dar xist û encamên fermî eşkere kir. Sarsar daxuyand ku li parlementoyê 217 sandalye hene.
Sarsar got ku Partiya Tûnis Nîdayê ji sedî 39,17 dengan û 85 parlementeran ve bû yekemîn, Tevgera Nîdayê jî bi 69 parlementaran ve bû dûyemîn.
Sarsar Daxuyand ku Partiya Yekîtiyê ya Netewî ya Azad 16, Partiya Eniya Gel 15, Partiya Tûnis Afakê 8, Partiya Kongreyê ya Ji Bo Komariyê 4, Partiya El Mubaderayê, Tevgera Demokratîk û Partiya Tevgera Gel jî her yekî 3 kursî qezenc kirin.