BRUKSEL
Hikûmeta nû ya Swêdê Filistînê wek dewleteke azad qebûl kir.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstromê daxuyanî da rojnameya herêmî Dagens Nyheterê û got ku hikûmeta Swêdê piştgiriyê dide "filistiniyên ku li ser maseya mizakereyê rûdinin.
Serokê Partiya Demokrat a Civakî Stefan Lofven ê ku di 2yê cotmehê de bi destê parlementoyê wek serokwezîr hat tayînkirin di daxuyaniya xwe ya di 3yê cotmehê de destnîşan kiribû ku wê Filistînê wek dewlet nas bikin.
Swêd endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û ji ber vê jî ev biryar girîng e. Dewletên wek Macaristan, Polonya û Slovakya jî beriya ku bibin endamê YEyê dewletbûna Filistinê qebûl kiribûn.