Haydar Şahin
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
AMMAN
Li Urdinê ji ber şiliyê lehî rabû, di lehiyê da 11 kes mirin.
Cumane Guneymatê Berdevkê Hikûmeta Urdinê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku ji ber şiliya li welêt barî lehî rabû, 11 kes mirin, 2 kes winda bûn û 9 kes jî birîndar bûn.
Guneymat destnîşan kir ku di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da jî çiyagerekî ji ekîba parastina sivîlan jî mir, van ekîban bi hezaran kesên ku asê mabûn xilas kirin.
Guneymat got ku hemû saziyên dewletê, hikûmet û navenda rêveberiya qeyranê bênavber xebatên xwe didomînin.
PETRAya ajansa xeberan a fermî ya Urdinê diyar kir ku Hêzên Çekdar piştî lehiyê ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê hêzên teqwiye weziferdar kirin.
Li Urdinê di cotmehê da ji ber şiliyê lehî rabibû li Herêma Behra Mirî 21 kes miribûn.