PEKÎN
Hat ragihandin ku ji serê salê vir ve di lehiyên ku li Çînê pêk hatin de 337 kes mirin û 213 kes jî winda bûn.
Rêveberiya Têkoşîna Hişkesaliyê û Kontrola Lêmîştê ya Çînê diyar kir ku ji serê salê vir ve lêmîştan 150 mal hilweşand û zirar da 4 milyon hektar zêviyê çandiniyê.
Hat diyarkirin ku ji ber barana guj û karesatan zirar gihişt 47,7 milyon mirovî.
Hêj jî di serî de li herêma başûr û başûrarojava û derdora Yangzi û çemê Sariyê lêmîşt dewam dikin.