VIYANA
Li Viyanaya paytextê Awistiryayê "şerê balîfan" kirin û di şer da dîmenên balkêş derketin holê.
Komeke ku dixwestin germbûna hewayê pîroz bikin li ser înternetê organîze bûn û çalakiyeke ku nêzî 100 kes beşdar bû çêkirin. Yên ku tevî balîfên xwe hatin Qada Stefanplatzê ya dîrokî û bûn du kom. Peyra bi balîfên xwe bi nav hev ketin û şer kirin. Di şerê balîfan da dîmenên ecêb derketin.
Tûrîstan jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan û hin malbat tevî zarokên xwe tevlî çalakiyê bûn.
Şerê balîfan nêzî 45 deqîqeyî ajot û bask û hiriya di balîfan da li qadê bela bû.