Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Vîetnamê otobês û kamyonek li hev qelibîn, di qezayê de 13 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Vîetnamê (VNA), li bajarê Quang Namê otobêsa ku diçû dawetekê û tê de zava û malbata wî hebûn li kamyonekî qelibî.
Di qezayê de 13 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.