03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
WASHINGTON
Li Washingtona paytextê Emrîkayê bi sedan kesî, Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sîsî ku dê îro digel Serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Spî bicive, bi awayekî "bêdeng" protesto kirin.
Bi sedan kesên emrîkyî yên ku bi eslê xwe ji Misirê ne, li ber Abîdeya Washingtonê hatin cem hev û bi awayekî "bêdeng" xwepêşandan li dar xistin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku Sîsî li Misirê mafê mirovan binpê dike û ji ber hindê divê li Qesra Spî neyê ezimandin û herwiha tevî pankartên di destê xwe da ziyaret protesto kirin.
Di xwepêşandanê da hin xwepêşandêran cilên ku girtiyên di girtîgehên Misirê da sembolîze dikin, li xwe kirin û herwiha di dawiya çalakiyê da jî kevokên di destê xwe da azad kirin.
Di çalakiya protestoyê da welatiyê Emrîkayê Mûhemmed Sultan ku bi eslê xwe ji Misirê ye û berê dema girtîgehê da girtî bû, salekê ketibû greva birçîbûnê jî axaftinek kir.
Sultan destnîşan kir ku li Misirê gelek însan bêsûc û guneh tên hepskirin û Emrîka divê alîkariyên leşkerî yên ku dide Misirê, bibire.