Hemin Hüseyin
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
HEWLÊR
Heyeta hevpar a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo hevdîtinên referandûmê seredana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kirin.
Di heyetê de aliyê PDKyê bi Roj Nûrî Şawêz û Hoşyar Zebarî, aliyê YNKyê jî bi Sedî Pîre tê temsîlkirin.
Heyeta hevpar ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selaheddîn Behaeddîn û endamên Encumena Rêvebirinê hat pêşwazîkirin.
PDK û YNKyê biryar dan ku hevdîtinên digel hemû partiyan di nav 3 rojan de temam bikin. Di civînan de dê referandûm û têkiliyên bi Bexdayê re werin muzakerekirin.