Elif Irmak
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2020
Li Washîngtona paytextê Amerîkayê biqasî 300 xwepêşandêrî bang kir ku birêvebiriya Amerîkayê ji Iraqê vekişe û bi Îranê ra nekeve nav şer.
Bi serkêşiya saziya civaka sivîl a bi navê "Koda Pembe: Jinên ji bo Aştiyê" ya ku li Amerîkayê wekî "CodePînk" tê zanîn, endamên gelek saziyên civakî yên sivîl ên wekî Komeleya Aştiyê ya Misilmanan, Komeleya Dijberiya Şer a Yekbûyî ji ber "Roja Çalakiya Neteweyî" li ber Qesra Spî hatin bal hev.
Kesên di komê da protesto kirin ku Amerîka li Iraqê bi Îranê ra rû bi rû hat.
Di destê kesên di komê da pankartên li serê "Ji bo şer û mueyideyên dijî Îranê na", "Bi Îranê ra Aştî", "Bi Îranê ra hevdîtin bike, bombebaran neke" nivîsandî hebûn û komê xwest ku Amerîka eskerên xwe ji Iraqê vekişe.
Biqasî 300 kes beşdarî çalakiyê bûn û komê dirûşmeyên "Îranê nekin wekî Iraqê" berz kirin û ji bo kuştina General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê jî pankartên wekî "ji sûîqesdan ra na" vekirin.
Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da piştî ku artêşa Amerîkayê da di 3yê kanûna paşîn da nêzî Balafirgeha Bexdayê General Qasim Silêmaniyê Îranî kuşt zêde bû.
Piştî kuştina Silêmanî êrîşên bi roketan ên ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê zêde bûn û t îdiakirin ku Amerîka jî hedefên Heşdî Şabiya koma milîsên Şiî dixe.