Önder Beyter
03 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2021
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 314 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 195 hezar û 725an, bi tesbîtkirina 15 hezar û 827 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 716 hezar û 405an. Li welêt her wiha hejmara kesên baş bûn jî derket 6 milyon û 769 hezar û 420an.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 344 kes mirin, 6 hezar û 359 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 126 hezar û 851ê, ya pêketiyan derket milyonek û 443 hezar û 544an û ya başbûyiyan jî derket milyonek û 90 hezar û 905an.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 56 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 43 hezar û 375an, bi tesbîtkirina 5 hezar û 240 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 634 hezar û 834an. Her wiha milyonek û 447 hezar û 92 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 270 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 43 hezar û 765an, bi tesbîtkirina 11 hezar û 528 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 666 hezar û 408an. Her wiha milyonek û 530 hezar û 973 kes jî baş bûn.
- Perû
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 49 kes mirin, 900 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 37 hezar û 773yan, ya pêketiyan derket milyonek û 18 hezar û 99an û ya başbûyiyan jî derket 956 hezar û 800î.
- Şîlî
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 64 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 16 hezar û 724an, bi tesbîtkirina 3 hezar û 338 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 615 hezar û 902yan. Her wiha 581 hezar û 961 kes jî baş bûn.