31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
MADRÎD
Doza der heqê fitbolîstê Barcelonayê yê ji Arjantînê Lionel Messi û bavê wî Jorge Horacio Messi ku menajeriya wî dike û bi nedayîna bacê tên tawanbarkirin, li Dadgeha Barcelonayê dest pê kir.
Messi û bavê wî yên ku tên tawanbarkirin wekî di navbera 2007-2009an da ji dahatên xwe yên reklamê 4,1 milyon ewro bac nedan, beşdarî danîşînê nebûn. Parêzerên parastinê xwestin ku tawanbariya der heqê Messi da bê rakirin. Lê dadgehê taleb red kir. Çavkaniyên dadgehê daxuyandin ku dadgeh li bendê ye, Messiyê ku seba kampa tîma neteweyî li Arjantînê ye, di dawiya herdu rojên dozê di 2yê hezîranê da were û îfadeya xwe bide.
Di doza ku li Dadgeha Barcelonayê dest pê kir da dozgerî bi tenê seba bavê Messi, Jorge Horacio yê ku di heman demê da menajeriya wî jî dike daxwaza cezayê hebsê dike, Parêzeriya Dewletê jî hem ji bo Messi û hem jî ji bo bavê wî ji bo her yekî 22 meh û 15 roj cezayê hebsê dixwaze.