Ramzi Mahmud,Safiye Karabacak,Halime Afra Aksoy
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2025
Li Xeta Xezeyê bi hezaran konên ku Filistînî ji ber êrîşên Îsraîlê tê da sitar bûne, dîsa ji ber barana gur di bin avê da man.
Baranê serê sibê dest pê kir û paşê gur bû.
Bi hezaran konên ku bi sed hezaran malbat tê da dimînin di bin avê da man û zirar dîtin. Di hin konan da asta avê ji 40 santêman derbas bû.
Filistîniyên ku eşyayên wan di bin avê da man û serma dikin, bang li rayedaran kirin ku ew alîkariya wan bikin.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a li Xezeyê Mehmûd Basal di peyama xwe ya bi dîmen da daxuyand ku ji ber barana gur felaketeke mezin a mirovî nêzîk dibe.
Basal wiha got: "Heke dinya bilez tevnegere, em ê li Xezeyê bibin şahidê xeniqandina însanan û em ê vê felaketê bi çavên xwe bibînin."
Basal anî ziman ku alîkariyên ji bo herêmê tên kirin kêm in, divê civaka navneteweyî bilez tevbigere û got êşa ku gelê Xezeyê dikşîne divê êdî bê fêmkirin.
Hikûmeta li Xezeyê jî duh daxuyaniyek belav kiribû û anîbû ziman ku Bahoza Byronê wê 72 saetan li herêmê dewam bike û ji civaka navneteweyî alîkariya bilez xwestibû.