Mahmut Geldi
03 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2023
ÎSTANBUL (AA) - Li Xeta Xezeya dorpêçkirî di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî malekê da herî kêm 7 sivîl hatin kuştin.
Di nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê da hat diyarkirin, artêşa Îsraîlê êrîş bi ser maleke li Kampa Penaberan a el-Bûreycê ya li naverasta Xeta Xezeyê.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin, di êrîşê da herî kêm 7 welatî hatin kuştin û hin sivîl jî birîndar bûn.
Her wiha hat ragihandin, topxaneyên Îsraîlê jî li dijî cih û warên li bajaroka Dêr el-Belahê ya li naverasta Xeta Xezeyê êrîşan pêk tînin.