Dinya

Li Xezeyê di "Meşa Mezin a Vegerê" de îna 4emîn

Çalakiyên Filistîniyan di çarçoveya "Meşa Mezin a Vegerê" ya ku di 30yê adarê da li ser sînorê Xezeyê ji aliyê Îsraîlê va dorpêçkirî hatibûn lidarxistin îro jî dewam dikin.

Fatih Gazioğlu  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
Li Xezeyê di "Meşa Mezin a Vegerê" de îna 4emîn

Quds

QUDIS

Çalakiyên Filistîniyan di çarçoveya "Meşa Mezin a Vegerê" ya ku di 30yê adarê da li ser sînorê Xezeya ji aliyê Îsraîlê va dorpêçkirî hatibûn lidarxistin îro jî dewam dikin. Ji bo çalakiyan bi hezaran filistînî li sînor niha dîsa kom dibin.

Filistîniyan bona înê îro navê çalakiyan danî 'Îna Êsîr û Şehîdan."

Gelê Filistînê dixwaze vegere ser axa xwe ya ku jê hatibûn sirgûnkirin û dorpêça li ser Xezeyê ya ku ji sala 2006an vir ve didome bê rakirin. Gelê Filistînê wê îro jî protestoyên xwe dewam bike. Navnîşana çalakiyan wê îro jî bibe sînorê Xezeyê.

Li Şerîeya Rojavayê jî gelek kes bona ku piştgiriyê bidin "Meşa Mezin a Vegerê" piştî nimêja înê wê çalakiyan bikin. 

Ji aliyê din va Artêşa Îsraîlê bi danezanên ku ji esman avêtin gelê Xezeyê tehdîd kirin.

Di danezanên ku bi Erebî û Îngilîzî hatine nivîsî de ku ew hişyar kirin ku "zirarê nedin têlên sînor" û "nêzî sînor nebin".

- 35 filistînî hatin şehîd kirin

Filistînî ji 30ê adarê roja înê vir va di çarçoveya salvegera 42emîn a Roja Axê de li ser sînorê Xeta Xezeyê çalakiyan aştiyane dikin. Eskerên Îsraîlê jî guleyên rastîn berdide gelê sivîl ê ku "dixwazin vegerin axa xwe ya ku jê hatin sirgûnkirin û dorpêça ser Xezeyê ya ku ji 2006an pê va dewam dike, were rakirin".

Ji destpêka roja ewil a ku xwepêşandanan heta niha 35 Filistînî şehîd bûn, 3 hezar û 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Filistînî plan dikin ku xwepêşandanên xwe yên aştiyane yên bi navê "Meşa Mezin a Vegerê" heta şeş hefteyan bidomînin.

- Roja Axê çi ye?

Îsraîlê di 30ê Adara 1976an da li herêma Celîleyê ku dikeve bakurê welêt, dest da ser bi hezaran donim erdê Filistîniyên welatiyê Îsraîlê. Gelê Filistînê li ser vê ji bo protestokina vê xesbê greva giştî kirin û xwepêşandan li dar xistin.

Polêsên Îsraîlê gule berda Filistîniyên ku beşdarî xwepêşandanan bûn û 6 kes şehîd kirin, gelek kes birîndar kirin.

Ev ro wek "Roja Axê" tê bibîranîn û wekî nîşaneya berxwedana Filistîniyan tê dîtin ku di mijara axê da bû sedema pevçûna Îsraîl û Filistînê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.