Hat ragihandin ku li Yewnanistanê namzedê hikûmeta koalîsyon û hin parlementerên serbixwe Stavros Dîmas di tûra sêyemîn a hilbijartinê de jî têra xwe rey hilneda.
Îro di parlementoyê de hilbijartin hat kirin lê Dîmas nehat hilbijaritn. Ji bo hilbijartinê divê namzedek 180 reyî hilde. Di hilbijartinê de Dîmas tenê namzed bû, lê jê re 168 rey tenê derket. 132 parlementeran jî rey nedayê.
Dîmas di tûra yekem û duyem de jî têra xwe rey hilnedabû.
Li gor Makezagona Filistînê namzedek heke di sê tûran de neyê hilbijartin, bi biryara serokê meclisê ve parlemento di nav 10 rojan de fesh dibe û divê hilbijartina pêşwext bê kirin.
Tê gotin hilbijarina pêşwext wê wê di 25ê rêbandanê an jî 1ê sibatê de bê kirin.