Abdullah Tel
29 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2020
Li Yêmenê Konseya Întiqala Başûr (KÎG) a cudaxwaz ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYB) li pişt e ragihand wan dev ji daxwaza qaşo xweseriya qasî 3 meh berê li bajarên başûr îlan kiribûn, berdan.
Berdevkê KÎGê Nîzar Heysem ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "KÎG ji bo ku Peymana Riyadê ya Koalîsyona Ereb a bi pêşîkêşîtiya Erebistana Siûdî firsenda têkeve rewacê çêbibe dev ji rêveberiya xweserî berda."
Heysem destnîşan kir ku ji bo Peymana Riyadê bikeve rewacê li welêt ewlehî û îstiqrar pêk bê û li dijî milîsên Husiyan têkoşîneke hevpar bê dayîn ev biryar hat dayîn û wiha pê da çû: "KÎGê bi îlankirina xweseriyê va nîşan da ku ew gihîştiye armancên xwe yên ku bila sepandina Peymana Riyadê, di nav başûr û bakur da hikûmeteke li ser bingehên hevpar bê damezrandin, ji bo Adenê walî û midûrê ewlehiyê bên tayînkirin û di şûna hêzên eskerî da hêzên ewlehî bên bicihkirin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Heysem diyar kir ku di her qadî da hevkariya bi koalîsyona Ereban ra dewam dike û ji bo rê li mudaxeleyên Îranê bê girtin jî hewl tên dayîn.