SANA
Hat ragihandin ku li Îbbya Yêmenê dema ku Tevgera Ensarullah a Hûsiyan li navendeke çandê "Qendîla Mewlûdê" pîroz dikir, êrîş hat kirin û di êrîşê da 33 kes mirin.
Li gor agahiyan kesekî nasnameya wî ne diyar tê salona ku merasim tê kirin û bombeya li ser xwe diteqîne. Li gor agahiyan 33 kes di teqînê da mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Rewşa hin kesên birîndar xedar e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hûsiyan li bajarê Îbbya ku 200 kîlomêtro dûrî Sanayê ye, li navendeke çandê Qendîla Mewlûdê pîroz dikirin, di dema merasimê da êrîşa xwekujiyê hat kirin.
Hûsî li Yêmenê ji bo pîrozkirina Qendîla Mewlûdê hin çalakiyan li dar dixin. Di meha borî da hûsiyan xwestibû ku li Rasta Sebînêya li paytextê Yêmenê çalakiyê li dar bixin, lê belê destûr nedabûn wan, ji ber vê yekê roja pîrozkirinê hildabûn îro. Hatibû ragihandin ku çalakiyên pîrozkirinê wê hefteyekê dewam bikin.