HEWLÊR
Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesut Barzanî got: "Ez hêvî dikim ku penaberên ji ber şer û pevçûnan malên xwe terikandin, di sala nû de bi serbilindî vegerin malên xwe."
Barzanî bi minasebeta sersalê, peyam weşand û di peyamê de cih da van îfadeyan: "Ez hêvî dikim ku sala nû ji gelê xoşewîst ê herêma kurdistanê re bextewariyê bîne, bi wesîleya sala nû dawî li bûyerên terorî, înkar û şidetê bê. Daxwaza min ew e ku di demeke kurt de, aştî wek çûkekî per û baskên xwe vebike û li hemberî şidet û serfirazî bê bidestxistin."
Barzanî got ez bawer im ku dê dijmin li ber me serî bitewînin û têk biçin û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku penaberên ji ber şer û pevçûnan malên xwe terikandin, di sala nû de bi serbilindî vegerin malên xwe."
Barzanî, spasiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmergeyan ên ku digel hemû zor û zehmetiyan di kampan de bi sebir disekinin û li dijî rêxistina terorê DÎŞIyê bi qehremanî şer dikin, kir.