İbrahim Atmaca
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand ku li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û Rûsyaya piştgirê wê di êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê-19ê tebaxê da birin ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 843 sivîl hatin kuştin.
Li gor rapora SNHRyê artêşa rejima Esed, terorîstên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan û Rûsyayê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di navbera 26ê nîsanê-19ê tebaxê da birin ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 843 sivîl kuştin.
Rejima Esed hezar 392 caran Îdlib, devera çiyayî ya Hemayê hezar û 572 caran, devera çiyayî ya Lazqiyeyê jî 208 caran bi tevahî 3 hezar û 172 caran bi bombeya warêlê va bombebaran kir.
- Rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Niha bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî.
Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, ji 26ê nîsanê vir va êrîşên xwe zêde kirin.