ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên hêzên Esed yên hewayî û bejî yên li ser dijberên birêvebiriyê li Helebê 22, li Îdlîbê 21, li benliyoyên Şamê 11, li Derayê 9, li Humus 3, li Deyru'z Zorê 3, li Kuneytrayê 2, li Hamayê kesek, li Hasekeyê kesek bi tevahî 73 kes mirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav miriyan de 14 zarok û 8 jin jî hene, di encama operasyonan de gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Lijneya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyê (LCC) de jî hat ragihandin ku helîkopter û balafirên şer yên aîdê artêşê, gundên çiyayê Cebel ez-Zaviyeya Îdlîbê bombebarn kirin û hat diyarkirin ku balafirên şer bombeya "varîl"ê avêt beldeya Taftanaza Îdlîbê û gelek cihan ji vê êrîşê zirar dît.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de paytext Şam li gelek bajaran operasyon berdewam dikin û muxalîfên çekdar li Heleb, Îdlîb, Hama û Humusê beriya hêzên rejîmê girtin.
Hat ragihandin ku yekineyên girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS), ketin beldeya Malule ya Şamê ya ku piraniya wê xiristiyan in û hat diyarkirin ku muxalîfên çekdar li beldeyê zehf nesekînin û ji wir derketin.
ji aliyê din Ajansa Nûçeyan ya Fermî ya Sûriyê SANA, ragihand ku di operasyonên bajarên cuda yên ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat kirin de gelek komên çekdar hatin girtin.