21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
TEHRAN
Li Îranê reformîstan pêşbaziya serokomariyê ya Hesen Rûhanî li kolan û kuçeyên paytext Tehranê pîroz kirin.
Li Tehranê ciwanên reformxwaz serfiraziya Rûhanî ya li hemberî namzedê mihefezekar Îbrahîm Reîsî bi xwepêşandanên kuçe kolanan va pîroz kirin.

Ciwanên reformxwaz yên li ser Kolana Welî Esr meş li dar xistin, posterên Rûhanî bilind kirin û herwiha di lehê serkirdeyê muxalif Mîr Huseyn Mûsewî da durişm berz kirin.
Piştî ku encamên hilbijartinê bi awayekî fermî hat ragihandin, hêzên ewlekariyê tevdîrên xurt ên ewlekariyê wergirtin û herwiha midaxaleyî xwepêşandanên bêdestûr nekirin.

Rûhaniyê ku reformîst û mihefezekarên netundrew piştgiriya wî dikin, di hilbijartina serokomariyê ya roja înê da ji sedî 57ê dengan wergirtibû û dubare wekî serokomar hatibû hilbijartin.