21 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
MÛSIL
Rayedarên iraqî û berdevkên koalîsyona navneteweyî her çiqas bibêjin ku operasyona xilaskirina rojavayê Mûsilê ya ku "keleya dawîn" a rêxistina terorê DEAŞê ye beriya meha remezanê wê xilas bibe jî, leşkerên pispor dibêjin ku dema mirov zêdehiya hejmara nifûsa sivîl a li herêmê û rewşa şer dinêre wisa xuya dike ku ev ne mumkun e.
Leşkerên pispor ji nûçegihanê AAyê re daxuyandin ku qismeke mezin a rojavayê Mûsilê hatiye xilaskirin û hêza DEAŞê kêm bûye lê zêdehiya hejmara nifûsa sivîl a li herêmê û rewşa şer destûrê nade ku beriya meha remezanê operasyona Mûsilê biqede.
Endamê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Meclisa Iraqê Îskender Wîtwît got ku ji ber nifûsa sivîl bomberandin hatiye sekinandin, roket û top nayê avêtin.
Wîtwît got ku ne mumkune beriya remezanê operasyon biqede û wiha dewam kir: "Terorîstên DEAŞî yên ku xwe di malan de veşartine êrîşê hêzên ewlehiyê yên li kuçeyan şer dikin, dikin. Ji bilî vê li bajê di kuçeyên teng de wesayîtên bizirx ên artêşê bi zehmetî li herêmê tevdigerin."
- "Ne mumkune ku beriya remezanê operasyon biqede"
Tuggeneralê Teqawîdbûyî yê îraqî Xelîl Nuaymî jî anî ziman ku li rojavayê Mûsilê ya ku di destê DEAŞê de ye hê bi hezaran sivîl hene û ji ber vê ne mumkune ku beriya remezanê operasyon biqede.
Nuaymî got ku li rojavayê Mûsilê hêza DEAŞê kêm bû û ji ber vê ewê serî li rêyên din bidin ku pev biçin û wiha axivî: "Rêyên ku çûyîn û hatina wan hêsan dikin jî hatin girtin, ji bilî pevçûnê tu rêyeke wan nema. Ji ber ku terorîstên DEAŞî sivîlan wek mertal bi kar tînin ne mumkune ku beriya remezanê operasyon biqede."
- "DEAŞ li rojavayê Mûsilê bi tenê qadeke ji sedî 10î pêk tê kontrol dike"
Ji hêla din va Fermandarê Hêza Dije Terorê ra ya Iraqê Korgeneral Ebdulganî el-Esedî jî îdia kir ku li gor daneyên bingeha şer ji bo "temamkirina operasyonê çend roj man" û got ku niha pirsgirêka herî mezin parastina sivîlan a ji gulebarandina hêzên dost e.
Esedî diyar kir ku rojavayê Mûsilê qada di destê DEAŞê da ye hindike û wiha dewam kir: "DEAŞ li rojavayê Mûsilê bi tenê qadeke ji sedî 10î pêk tê kontrol dike. Milîtan ji ber ku di qada serkarî û serdestiyê da têk çûn wê stratejiya xwe ya şer guherandin û niha li hin herêman bêyî kordînasyona di navbera wan da şer dikin."
- Ji rayedarên Iraqê daxuyaniya "Operasyon ber bi dawî bûnê va diçe"
Serokê Sererkaniya Iraqê Osman Xenîmî di daxuyaniyeke serê meha gulanê dabû da got: "Emê serfiraziya li hemberî DEAŞê ya li Mûsilê beriya meha remezanê îlan bikin."
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê Yehya Resûl jî di 15 gulanê da gotibû ku ji sedî 90ê rojavayê navenda bajarê Mûsilê ji DEAŞê hat xilaskirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî dotira rojê axivîbû roj nedabû lê gotibû ku di demeke nêz de wê operasyona Mûsilê temam bibe.
Hêzên artêşa Iraqê ya ku koalîsyona navneteweyî jî piştgiriyê didin wan di 19ê Sibatê da ji bo aliyê rojavayê navenda bajarê Mûsilê ji destê DEAŞê derxin dest bi operasyonê kirin.