Elif Irmak
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 235 zêde bû û derket 16 hezar û 147an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê got ku ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 235 kesên din mirin û 2 hezar û 667 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê ragihand ku jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin bi tevahî bû 16 hezar û 147, jimara waqieyan jî derket 296 hezar û 273yan.
Lariyê got ku ji nexweşan rewşa 3 hezar û 902yan giran e û 257 hezar û 19 kesên ku tedawiya hat temamkirin jî ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Berdevk Lariyê agahî da ku li welêt heta îro bi tevahî 2 milyon û 380 hezar û 122 test hatin kirin.
Lariyê got ku Tehran, Mazenderan, Gulistan, Fars, Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl, Îsfehan, Elburz, Îlam, Xorasana Rezeviyê, Kirman, Xorasana Bakur, Sîmnan, Loristan û Hurmizgan "herêmên sor" Azerbaycana Rojava, Huzistan, Buşehr, Çaharmahal-Bextiyarî, Zencan, Hemedan, Merkezî, Yezd, Gîlan, Kum û Kohgiluye- Buyer Ehmed' jî wek "herêmên xeternak" hatin diyarkirin.