ŞAM
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (RMMS) li Sûriyê ji meha adarê ya 2011an heta 21ê tebaxa 2013an di êrîşên rejimê û pevçûnan de 101 hezar 513 kes mirin, 215 hezar kes hatin girtin û 3 milyon avahiyî jî xisar dît.
Hat diyarkirin ku ji miriyan 89 hezar 644 kes sivîl in û ev jî teqabûlê ji sedî 88an dike. Yanî ev hejmar ji sivîlên ku di Şerê Cihanê yê 2yemîn de mirin zêdetir e.
Ji miriyên sivîl 10 hezar 913 kes zarok, 9 hezar 911 kes jî jin in. Hejmara kesên ku di êşkenceyan de mirin jî 2 hezar 964 e. Di pevçûnan de jî 11 hezar 849 muxalifên biçek mirin.
"Di 2 saetan de zarokek dimre"
Di raporê de hat destnîşankirin ku serê saetê 6 kes dimrin, di rojekê de hema hema 135 kes dimrin. Di 2 saetan de zarokek, di 3 saetan de jî jinek dimre.
Hat ragihandin ku ji destpêka xwepêşandana û vir ve 284 xebatkarên tenduristiyê mirin. Di nav van de 143 bijîşk, 54 dermanfiroş, 87 kes jî xebatkarên nexweşxaneyan hene.
Di raporê de hat gotin ku hêzên rejimê 3 hezar kesên ku ji bo tenduristiyê dixebitin girtiye û di nav van de 600 bijîşk hene. Ji hêla din ve hat bibîrxistin ku hêzên rejimê nexweşxaneyên taybet û yên dewletê bombe kirine.
"Li Sûriyê ji 215 hezar girtiyan 80 hezarê wan winda ne"
Hat gotin ku ji destpêkê heta niha hêzên rejîmê 215 hezar kes girtine. Ji van kesan 80 hezar kes winda ne. Di nav van girtiyan de 9 hezar zarok û 5 hezar jî jin hene. Hêzên rejimê di girtîgehan de êşkenceyê li wan dike, wan tî û birçî dihêle.
Li gor raporê di operasyonan de 1451 mizgeft, 3700 dibistan, 270 nexweşxaneyên taybet û 33 dêr, 3 milyon avahî jî yan hilweşiyan an jî xisar dîtin.