Haydar Şahin
21 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Hat ragihandin ku li Îspanyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 324 zêde bû û derket hezar û 326an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 25 hezarî.
Wezareta Tenduristiyê daneyên der barê Kovîd-19ê da rojane kirin.
Li gor tesbîtên duh li welêt 19 hezar û 980 weqa, 1002 mirî hebûn, di 24 saetên dawîn da hejmara miriyan gelekî zêde bû.
Wezaretê diyar kir ku 1326 kes mirin û hejmara waqeyan jî derkete 24 hezar û 926 kesan.
Li Madrîda ku herî zêde di tesîra Kovîd-19ê da ma jî 804 (176 zêde bû) kes mirin û 8 hezar û 921 kes bi vîrusê ketin.
Li Madrîdê hin otelên mezin vegerandin nexweşxaneyê li qada fuarê ya IFEMAyê nexweşxaneya 5 hezar û 500 nîvînî hat amadekirin.
Ji ber ku ambulansên li bajêr têrê nakin otobêsên şaredariyan nexweşên vîrusa koronayê dibin û tînin.
Rayedarên nexweşxaneyan ji ber ku amûrên personelan ji vîrusê diparêzin kêm in gilîdar dibin.
Wekî mayîn Fernando Grande Marlaskayê Wezîrê Karên Navxweyî diyar kir ku 157 polês û cendirme bi Kovîd-19ê ketin, 2 cendirme jî mirin.
Marlaska got ku di nav 6 rojên dawîn da 315 kesên rewşa derasayî binpê kirin hatin binçavkirin, ji 30 hezarî zêdetir ceza hat birîn.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê ew ê dawiya hefteyê kontrolan zêde bikin.