Barış Seçkin
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Hat ragihandin, ji Etnaya ku ji çiyayên agirîn ên aktîf ên li başûrê Îtalyayê ye, herikîna lavê ya ku di 8ê Sibatê da dest pê kir, didome.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xwecihî wergirt, li Girava Sîcîlyayê ji çiyayê agirîn ê 3 hezar û 300 metre bilind, li milê başûr ê kratera çiya ya bi navê "Bocca Nuova (Devê Nû)" roja şemiyê qelşek çêbû û ji vê qelşê herikîna lavê hê jî didome.
Di nûçeyên çapemeniya Îtalyayê yên spartin şaxa Katanyayê ya Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV) da jî hat destnîşankirin ku di parametreyên volkanê da guherîneke taynet nehat qeydkirin.
Di nûçeyan da her wiha hat destnîşankirin ku herikîna lavê di xeteke pir teng da didome û bi tenê çend sed metreyî dirêj e.
Di nûçeyan da hat gotin ku rewşeke cihê tirs û xemê tuneye û geşedan ji hêla peywirdaran bi baldarî tên şopandin.
Li Çiyayê Agirîn Etnayê ku çiyayê agirîn ê herî bilind û aktîf ê Parzemîna Ewropayê ye, di havîna 2024an da fealiyetên volkanîk ên vîzikandina xwelî û lavê hatibûn qeydkirin.