Dîmenên operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina cihêxwaz ên ku li Sîlwana navçeya Diyarbekirê li ser rêyan hendek vedan, barîqat danîn û nehîştin Navenda Tenduristiya Malbatan xîzmetê bide bi firokeyê kişandin.
Di dîmenên ku AAyê bidest xist de li Sîlwana ku Walîtiya Diyarbekirê do lê qedexeya derketina kûçeyan îlan kiribû operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina cihêxwaz ên ku li Sîlwanê li ser rêyan hendek vedan, barîqat danîn û nehîştin Navenda Tenduristiya Malbatan xîzmetê bide balê dikşîne. Di operasyonê de 700 leşker û polêsan wezîfe hilda.
Pêr di saet 01.00î de li navçeyê qedexeya derketina kûçeyan hatibû îlankirin û do di saet 07.00î de qedexe rabibû. Di vê demê de bi piştgiriya firokeyan ve li navçeyê operasyon hatibû kirin û di dîmenan de xanê dike ku terorîst li ser malên ku xwe tê de vedişêrin bi tivingan mewziyê digrin ku êrîşî hêzên ewlekariyê bikin. Hêzên ewlekariyê midaxeleyî terorîstên ku defikan datînin dikin.
Di dîmenan de xuya dike ku terorsîtên ku di tengasiyê de dimînin hewl didin ku birevin.
Di dîmenan de endamên rêxistinê yên rûpêçayî cilên reş li xwe kirinê û bi tivingan li ber hendekan nobetê digrin, dema ku hêzên ewlekariyê dibînin xwe di ber torbeyên ku tê de qum hene de vedişêrin. Terorîst di pişt barîqan de xwe ji erdê re dikişînin û derbasî kûçeyan dibin.
Di dîmenên ku tehrîbata li navçeyê nîşan dide de tê dîtin ku terorîstan hin wesayîtên li pêşiya malan dişewitînin, barîqatên li ser rêyan tên rakirin, ser hendekên ku hatine vedan tê girtin, teqemeniyên ku di hendekan de hatine bicîkirin tên temîzkirin û wesayîtên ku wek barîqatê dane ser rê tên rakirin.
Bi teqemenî û tivingan êrîşî hêzên ewlekariyê dikin
Di nav dîmenan de tê dîtin ku hin malbatên bi zarok dema ku terorîstan dibînin ditirsin û ji herêmê dûr dikevin.
Di hin dîmenan de xanê dike ku terorsîtên ku li kûçeyan in bi teqemeniya ku bi desta çêkirine û tivingan êrîşî hêzên ewlekariyê dikin. Dûmana ku ji ciyên pevçûnan radibe jî di dîmenan de xanê dike.
Di operasyonên ku hêzên ewlekariyê birin ser endamên rêxistinê de 3 tiving, 9 bombeyên ku bi desta çêkirine, 8 fîşengên rokêtavêjê, 4 motorên rokêtavêjê, bombeya ku di tûpê mitfaxê de hatiye bicîkirin, cebilxane hatibû girtin, ser 11 hendekan hatibûn girtin, 20 barîqat hatibû rakirin, 4 terorsît hatibûn kuştin.