WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama der barê lihevkirina li ser mizakereyên nukleerê ya bi Îranê ra bi Qralê Behreynê Hamad bîn Îsa Al Xelîfe, Emîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ehmed el-Cabir es-Sabah, Emîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî û Prensê Welîehd ê Emîrtiyên Ereban a Yekbûyî û Alîkarê Serokê Sererkaniyê Şêx Mihemed bîn Zayed Al Nahyan ra axivî.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Obama der barê lihevkirina li ser mizakereyên nukleerê ya di navbera dewletên 5+1ê û Îranê da agahî hilda.
Obama destnîşan kir ku heta di hemû mijaran da lihevkirin çênebe tu peyman pêk nayê.