ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf li Qesra Çankayayê hatin bal hev û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkirin.
Davutoglu di daxuyaniya xwe da wiha got: "Tirkiye li hember nîqaşên mezhebî û nijadî ye. Perçebûnên di vî warî da zirarê dide polîtîkayên navxweyî yên dewletên herêmê. Lewra ev pergala kamuyê xera dike û li herêmê dibe sedema rageşiyan û talûkeya terorê derdixe meydanê. Ji ber vê jî di demên dawîn da geşedên li Yêmenê dibin sedema metirsiyê."
Davutoglu der barê mizakereyên di navbera Îran û dewletên 5+1ê da wiha axivî: "Tirkiye di mizakereyên nukleerê da asta heyî erênî dibîne. Divê her kes ji bo pêşvabirina vê astê berpirsiyariya xwe bi cî bîne. Îstiqrara herêmî ji bo heyama nû destpêkek e."
Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf di daxuyaniya xwe da wiha got: "Em di heman fikrê da ne ku piştgiriyê bidin Erebistana Siûdî û ji bo desthilatdarî û yekîtiya axa Erebistana Siûdî çi ji destê me were em ê bikin."
Şerîf destnîşan kir ku li Yêmenê bi destê dewletên derveyî hewldanên ji bo têkbirina hikûmeta meşrû dibin sedema metirsiyê û wiha got: "Ev rewş ji bo yekîtiya civaka misilmanan talûke ye. Em bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li ser têlefonê jî der barê Yêmenê da axivîn. Ev rewş wê ji bo herêmê encamên girîng derxe holê."