Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dengdayîna ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (LGNY) da ji ber biryara Amerîkayê ya Qudsê wek paytextê Îsraîlê dihesiband, hat kirin nirxand û got: "Ev deng dayîn bi tenê ne ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê girîng bû. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derseka baş da wê nêrîna 'Ez serdestê dinyayê me' û bi vî rengî tevdigeriya."
Kiliçdaroglu Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdehî Rehabîlîtasyon û Fizîk Tedawiya Xaziyan a li Bîlkentê ziyaret kir û bi xaziyên tên dermankirin ra sohbet kir.
Dema ji nexweşxaneyê veqetiya daxuyanî da rojnamegeran û dengdayîna ku duh di LGNYê da hat kirin nirxand û wiha pê da çû: "Ev deng dayîn bi tenê ne ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê girîng bû. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derseka baş da."