ANKARA
Hat ragihandin ku lijneya HDPyê ya ku ji Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken û Ceylan Bagriyanikê pêk tê, îro çû Qendîlê.
Buroya Çapemeniyê ya HDPyê daxuyaniyek da û da zanîn lijneya ku ji Balûken û Bagriyanikê pêk tê ji bo ku "Der barê teşebûsên ku der heqê Pêvajoya Çareseriyê de hevdîtinan bikin" derbasî Qendîlê bûn.