Hat ragihandin ku li herêma Javaya Navîn a Endonezyayê hefteya borî di hezaza ku ji ber baranê pêk hatibû de hejmara kesên ku di hezazê de mirin derket 79an.
Ajansa Têkoşîna li dijî Afata Navneteweyî îro daxuyaniye weşand û diyar kir ku hejmara kesên ji ber hezazê mirin derket 79an û hê 29 kes jî di bin axê de ne.
Li herêmê ekîbeke ku ji 200 kesan pêk tê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dikin. Ji bilî vê ekîbê leşker û welatî jî dixebitin. Di hezazê de nêzî 500 mal di bin axê de mabûn.