Önder Beyter
18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
PARIS
Li Fransayê li gorî anketên encama sindoqên tûra duyemîn a hilbijartina giştî ya parlementeriyê, baskê yekbûyî ku Tevgera Meşa Komarî (REM) ya Serokomar Emmanuel Macron serkêşiya wê dike, di Meclisa Neteweyî da piranî bi dest xist.
Li welat di tûra duyemîn a hilbijartina giştî ya parlementeriyê da hilbijartina ku li ser xaka Fransayê di saet 08.00an da bi dest pê kir, bi dawî bû.
Li gorî anketên encama sandoqan a kanala têlevîzyonê France 2 ku weşangerê qamûyê ye, baskê yekbûyî ku ji REM û Tevgera Demokrasiyê (MODEM) pêk tê, 355 parlementerî qazanc kirin û herwiha di Meclisa Neteweyî da piranî bi dest xistin.
Di hilbijartinê da rêjeya beşdariyê di asta ji sedî 43yan da ma.