01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
WASHINGTON
Weşana Penguîn Random House mafên weşana pîrtûka Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama û Mîchelle Obama qezenc kir.
Weşana Penguin Random House agahiya peymana mafên weşana pirtûka malbata Obama eşkere kir. Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi vê peymanê dê malbata Obama bi milyon dolaran pere qezenc bikin.
CEOyê weşanxaneyê Markus Dohle ragihandin ku berê jî li ser weşanxaneya wan pirtûkên Obama hat weşandin. Ji ber ku xebata ji bo pirtûkên malbata Obama bi wan re didome, gelekî kêfxweş in.
Tê payîn ku Serokê Berê Obama û hevsera wî pirtûka der barê tecrubeyên xwe yên salên 2009 û 2016 yên Qesra Spî nivîsîne, îmze bikin.
Berê jî pirtûkên Serokê 44emîn ya Amerîkayê Barack Obama yên bi navên Xeyalên Bavê Min (Dreams from My Father) û Wêrekiya Hêviyê (The Audacity of Hope) hatibûn weşandin.