01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hin wêneyên keçikên biçûk ên ku di bin banê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (SDG) ya ku serkêşiya wê rêxistina terorê PKK/PYD dikşîne, parve kir.
CENTCOMê hefta borî li ser Twîtterê hin wêne parve kiribû û di wêneyan de çek û muhimatên ku Amerîkayê şandine Sûriyeyê di destê "şervanên temenbiçûk" de bûn. Ev wêneyên CENTOMê bûbûn sedema nîqaşan. Lê CENTOMê îro dîsa li ser medyaya civakî wêneyên keçikên ku temenê wan qasî 15 salî ne û bi çekan ve perwerdeya leşkerî dibînin parve kir û bi van wêneyan ve peyama "ji bo şer amade ne" weşand.
Fermandariyê wêneyê sê keçikên ku temenê wan qasî 15 salî parve kir û di bin de jî wiha nivîsand "Li ser daxwazeke zêde wêneyê şervanên jin ên ku li dijî DEAŞê têdikoşin".
Nûçegihanê AAyê ev mijar li Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) anîbû rojevê û li ser pirsan berdevkê Pentagonê Jeff Davîs wiha axivîbû: "Temenê şerkirinê tune. Ji hêla hedef girtinê va her kesê ku di destê wî de çek heye tehdîd e."
CENTCOMê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû ku Amerîka guh dide mafê mirovan û qanûnên pevçûna biçek. Lê rayedarekî parastinê gotibû ku ji bo piştgiriya çek û muhimatan Amerîka temenê şervanan wek şert qebûl nake.